LI DIJÎ RÊJÎMA SÛRÎ ŞÊNIYÊN DÊRA ZORÊ DÎSAN BANGA XWEPÊŞANDANAN KIR

Piştî xwepêşandanên 20’ê vê mehê li dijî rejîma Sûrî û alîgirên Îranê, çalakvanên ji Dêra Zor banga tevlîbûna xwepêşandanên roja îna bê kirin.

Li gorî banga çalakvanan roja Îna bê wê dîsan xwepêşandên aştiyane li dijî Rêjîma Sûrî û alîgirên Îranê li herêma Aizba û derdora wê li bakurê Dêra Zorê werin lidarxsitin.

Der barê mijarê de çalakvanan belavok belav kirin û bang li hemû şêniyên Dêra Zorê kirin ku di bin navê ”Îna Şehîdên Salihiyê ” tevlî xwepêşandanê bibin.

Xwepêşandan wê ji cem çerxerêiya Sîna’ayê dest pê bike.

20’ê vê mehê li dijî rejîmê û alîgirên Îranê şêniyên gundewarê rojavayê Dêra Zorê daketin qadan.

Şêniyên Dêra Zorê banga derxistina rêjîma sûrî ji herêm xwe kirin.

Lê Hêzên rejîma Sûrî wek bersiv, bê serûber gule li xwepêşandêran reşandin.

Di encamê de 2 kes hatin kuştin hejmarek jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif diyar kir ku kesên li Dêra Zorê meşan li dardixin aştîxwaz in û daxwaza mafên rewa dikin.

 

Leave a Reply

Back to top button