ÎLHAM EHMED: TEVÎ PÊKANÎNA MEKANÎZMEYA EWLEKARIYÊ, HÎNA TIRKIYE GEFAN DIXWE

Tevî avakirina herêmeke ewle li ser sînorên navbera Tirkiye û bakur- rojhilatê Sûrî hîna hinek tengijîn di van hefteyên dawî de rû didin, ku hîna gefên Tirkiyê li ser herêmê ranewestiyane..

Seroka Desteya Rêveber a MSD Ilham Ehmed diyar kir ku gefên Tirkiyê û plana bicihkirina penaberên Sûrî yên li Tirkiyê xeteriyeke mezin li ser herêm û pêkhateyên wê çêdike.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed der barê mekanîzmeya ewlekariyê ji Kovara Foreign Policy ya Emerîkî re axivî.

Îlham Ehmed diyar kir ku tevî Hêzên Parastina Gel (YPG) dever dan hêzên mecilsên leşkerî yên herêmê, xendek û tunêlên li ser sînor wêran kirin û tevî çekên xwe yên giran mîna tankan dora 19 km vekişiyan jî, lê hîna hebûna hêzên Tirkî û alavên leşkerî li ser sînor gefekê çêdike.

Îlhamd da zanîn, “Kurd bi tayebt ji rabûna dronên Tirkiyê yên beşekî dewriyên hevbeş in, bifikar in û got:

Eger sînor rewşa wê asayî be jî, em nikarin bibêjin pirsgirêk hatiye çareserkirin.

Her wekî serokê hikumeta AKP’ê Erdogan gefa bicihkirina 3 milyon penberên Sûrî li seranserî herêma parastina sînor dixwe, ev jî pirsgirêkekê çêdike.

Îlham teqez kir ku, piraniya penaberan ne şêniyên resen ên herêmê ne, hebûna wan jî dê bihêle şêniyên wê yên Kurd ji deverê koç bibin.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed bi gotina “rojane Tirkiyê gefan li me dixwe” bi dawî kir.

 

Leave a Reply

Back to top button