
Çalakvanên Hewlêrê bang li hemû Kurdan kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan têbikoşin û gotin:” Dema azadiya Rêber Apo hatiye.”
li seranserê welat û cîhanê têkoşîna li dijî tecrîdê dewam dike ,çalakvanên Hewlêrê derbarê mijar de ji Roj news re axivîn.
Çalakvan Hawrê Cemal diyar kir ku êdî dema azadiya fizikî ya Rêber APO hatiye û divê her Kurdek banga azadiya fîzîkî ya Rêberê APObike.
Cemal got:”Rêber Ocalan ji bo Gelê Kurd jî, weke hemû gelên cîhanê azad bijîn û daxwaza mafên rewa yên Gelê Kurd dikir, dîl hatiye girtin.
Tecrîda li ser Rêber APO wê ti çareseriyek bi xwere neyîne.
Çalakvan Hisên Eleyî destnîşan kir ku ti sucekî Rêber APO nîne ku dîl were girtin û wiha anî ziman: ”Wê bi azadiya Rêber APO li tevahî Tirkiyeyê aştî pêkwere.”
Hisên di dawiyê de bang li kurdan kir ku têkoşîna xwe heya bidestxistina azadiya Rêber APO bidimînin .