LI EDENEYÊ LI DIJÎ MAŞÎNEYA POLÎSAN ÊRÎŞEK BOMBEYÎ PÊK HAT

Îro di saetên siharê de li bajarê Edene yê tirkiyê li dijî otobusa polîsên Çewîk êrîşeke bombeyî pêk hat.

Li gorî agahiyên despêkê kuştî û birîndar hene.

Li navçeya Yuregîr a Edeneyê li taxa Selahaattîn Eyûbî saet 07.20’an li dijî otobusa ku polîsên hêzên çewîk tê de bûn, çalakiyeke bombeyî pêk hat.

Ziyaneke mezin gihaşte serwîsê.

Hate gotin mirî û birîndar hene.

Piştî bûyerê waliyê Edene berê xwe da cihê bûyerê û got; di êrîşê de tenê 5 birîndar hene.

Têkildarî teqînê heta niha ti hêzekê daxuyanî ne daye û ev teqîn li xwe ne girtin.

Leave a Reply

Back to top button