TIRKIYE.. REWŞA 23 GIRTIYÊN LI GIRTÎGEHÊN ANTOLIYA NAVÎN GIRAN E

Seroka Komeleya Mafê Mirovan ÎHD’ê ya Enqereyê Nûray Çevîrmen diyar kir, li girtîgehên Anatoliya Navîn 116 girtiyên nexweş hene û rewşa 23 ji wan gelekî giran e ku nabe li girtîgehê werin hiştin.

Nûray Çevîrmen der barê rewşa girtiyên nexweş ên li Herêma Anatoliya Navîn agahî parve kir.

Çevîrmen diyar kir ku niha li herêmê 116 girtiyên nexweş hene û got,

“Pirsgirêka girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê di asteke metirsîdar de ye.

Tenê li Anatoliya Navîn 23 nexweşên giran hene ku nabe li girtîgehê bên hiştin.”

Çevîrmen daxuyakirin ku ji bo girtiyên nexweş karibin mafê xwe yê dermankirinê bi kar bînin wan serî li gelek saziyan dane, lê belê ti encam wernegirtine.

Leave a Reply

Back to top button