SOZDAR AVESTA: DEWLETÊ CAREKE DIN BIRYARA ÎNKAR Û TUNEKIRINÊ WERGIRT

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku pirsgirêka Kurd tenê li Îmraliyê dikare bê çareserkirin.

Avesta got: Aqilê dewletê li dijî gelê Kurd careke din biryara înkar û tinekirinê wergirtiye.

Endema Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan û qedexeya hevdîtinên malbatan, rewşa Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, di bernameya ‘Rojeva Welat’ a Stêrk TV de nirxand.

Sozdar Avesta qedexekirina hevdîtina malbatan li Îmralî wek dewama qonaxa nû bi nav kir û got,

“Li ser girava Îmralî qedexeya hevdîtînê ya 3 mehan ji bo malbatan hate ragihandin.

Li girava Îmralî hîn qanûnên taybet tê meşandin.

Qanûn jî yekser Erdogan dide meşandin.

Faşîzma Erdogan û Bahçelî di pêvajoyan de wê çi bikin li gor xwe diyar dikin û li gor vê nêzîk dibin.

Avesta bal kişand ser polîtîkayên faşîzma AKP-MHP’ê ya ku li îmralî tê kirin û bandora Ocalan a di çareseriyê de û wiha anî ziman:

Aqlê dewletê ya heyî biryarê xwe ya di hêla înkar û tunekirinê de daye.

Ji fikrê Rêber Apo ditirsin, dengê Rêber Apo a diçe gelan ditirsin, ji îrada azad a Rêber Apo ditirsin.

Ew ê çareke din mecbûr bimînin serî li Îmralî bixin.

Muxataba vê pisgirêkê ku çareser bike û hêza çareseriyê pêre heye Rêber Apo ye.

Ev tecrîd û şidandin, perçeyeke şerê taybet e.

Endema Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta balkişand li ser têkçûna polîtîkayên AKP’ê yên xapandina gel û ev nirxandin kir.

“Di Tirkiyê de gelek tişt êdî eşkere bûye, êdî civak vê rejîmê nikare rake.

Ji civakê qut bûye. Ji heqîqeta heyî qut bûye.

Demokrasî nemaye, mafê mirova nemaye, hiqûq edalet binpê kiriye.

Leave a Reply

Back to top button