25’ê ÎLONÊ ÇI BÛ Û ÇI BI XWE RE ANÎ…?

Berî du salan, ji sedî 52 xaka Başûrê Kurdistanê ji bin desthilta hikûmeta wê derket.
Ev yek jî ji ber biryara Serokê wê demê Mesûd Barzanî, a ragihandina referanduma Serxwebûnê pêk hat.
Vê referandûmê careke din rastiya dijmin û dagirkerên Kurdistanê derxist holê.
25’ê Îlonê çi qewimî û çi bi xwe re anî ..?

 

Berî niha bi du salan, bi biryarekê, ji sedî 52 xaka Başûrê Kurdistanê ji bin desthilta hikûmeta wê derket..

Li aliyê aborî jî, ji sedî 55 ji hilberîna petrolê û dahatuyên Balafirxaneyan, winda kir..

Ev jî ji ber Serokê wê demê Mesûd Barzanî, ragihand ku êdî wê referanduma Serxwebûnê pêk bînin..

Li dijî wê û beriya Iraqê, Serokê AKP’ê Erdogan ango dostê vê herêmê, bertek nîşan da..

Wê demê Erdogna got,

Hikûmeta Iraq û Îranê gef xwarin.

Emerîka û Ewropayê jî, paşdexistina referandumê pêşniyar kir..

Lê belê Barzanî ji ber ketibû tengaviyê de, li hemberî wê got,

“Emê referandûmê bikin û em hesab ji kesêî re jî nakin.”

Û Refernadum 25’ê Îlona 2017’an pêk hat..

Iraqê ragihand ku ew encamê nas nakin û weke zexteke siyasî jî 29’ê Îlonê biryar da ku balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê bên rewestandin.

Ji xwe ji bo bibinxisitina referandumê, Iraq, Îran û Tirkiyê lihev kiribûn..

Ji lewra, Îranê, deriyên sînorî girtin..

Tirkiyê jî tetbîqata leşkerî pêk anî.

Li ser asta Navdewletî jî, Emerîka ragihand ku ew jî vê encamê nas nake..

Başûrê Kurdistanê xistin dorpêçê ..

Ji ber vê çendê, neçar ma careke din berê xwe bide Bexdayê..

Lê ya dawî, betalkirina encamên referandumê weke şertê goftgoyan nîşan da..

Iraqê ev yek weke fersend dît ku, Kerkûkê bixe bin kontrola xwe..

Di saetên sibeha 16’ê Cotmeha 2017’an de artêşa Iraq û hêzên Heşdî Şebî êrîşî Kerkuk, Xurmatu, Daqoq û Hewîce kirin.

Pêşmerege jî vekişiyan..

Xelkê wê deverê careke din ketin riya koçberiyê..

Piştî wê tenê bi rojekê, ev hêz derbasî Şengal, Xaneqîn, Mexmur û bajaroka Gulalayê bûn.

18 mehê gihiştin bajaroka Pirdê.

Ev encamên derve ne.

Lê yên navxweyî jî hebûn.

PDK’ê û YNK’ê hev tewanbar kirin û her yekî ji serê xwe dest bi danûstandinên bi Bexdeayê re kir.

Bi zexten hatin kirin ji Masûd Barzanî neçar ma ku isîtfa bike..

Ev bûyer vê gotinê bi bîra me dixe..

Eger rih bibe bost dijmin nabe dost..

Dîsan dagirkerên Kurdistanê li ser hesabê Kurdan bûn yek..

Lê ya ji vê zêdetir ku xuya ye hîna Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ev rastî nas nekiriye..

Leave a Reply

Back to top button