Di çarçoveya pêngava kongra Star ya “Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibin” Meclisa Edaleta Civakî ya jin a herêma Şehbayê, daxuyanî dan.
Di daxuyaniya Meclisê de wiha hat gotin:
Bûyerên ku li Sûriyê rû didin, ti çareseriyên mayînde jê re nehatine danîn.
Dewleta tirk her roj gefan li herêmên kurdan dixwe û bi riya çeteyan aloziya li Sûriyê kûrtir dike.
Di herêmên ku di bin dagirkeriya wê de ne jî, guhertinên demografî çêdike û her roj jiyana şêniyan di metirsiyê de ye.
Li kêleka wê jî firotin û bazarên dewletan li ser hisabê gelên Sûriyê çêdibin.
Meclisa Edaleta Civakî ya Jina a herêma Şehbayê bang li civakên navneteweyî û saziyên mafê mirovan ên cîhanê kirin ku li dijî binpêkirina mafê mirovan helwest nîşan bidin û dawî li bêdengiya xwe bînin.