Wezareta karê derve ya Misirê: divê Erdogan li ser sûcên Kurdan were darizandin

Erdoganê ku bi bavê teror û DAIŞ’ê li Emerîkayê hatiye binavkirin, li Misirê jî ajandeyên xwe yên Ixwanî dide meşandin û sixurên xwe ji bo vê yekê jî erkdar dike. Herî dawî, hêzên Misrî, 3 kesên Tirk bi tewanbariya derxistina tevliheviyan li dijî hikumetê, girtin..Wezareta Derve ya Misrê jî, bang li civaka navdewletî kir ku, Erdogan li ser sûcên li dijî Kurdan were darizandin.

 

Rojnameya “Eyn El-Exbariyê” ragihand ku, hêzên ewlekariya Misirî, 3 Tirk, 2 Sûrî û Holendiyek ên girêdayî Ixwan El Muslimîn, girtin.

Li gorî rojnameyê, van kesan plana derxistina tevliheviyan li dijî Hikumtê dikirin.

Her wiha çekên ji bo tirsandina xelkê jî, bi wan re hebûn.

WEZARETA KARÊ DERVE YA MISIRÊ: DIVÊ ERDOGAN LI SER SÛCÊN LI DIJÎ KURDAN WERE DARIZANDIN

Duh jî, wezareta derve ya Misirê hişyariya xwedîkirina Erdogan ji terorê re dabû.

Di daxuyaniya xwe de dibêje ku, Serokê Tirkiyê koma Ixwan Muslimîn li Tirkiyê himbêz dike û piştgiriya siyasî û ragihandinê ji bo wan dike.

Her wiha destnîşan dike ku, ew hewl dide hişmmedniya van koman li Misirê belav bike.

Wezreta Misrî bang li Civaka Navdewletî dike ku, divê Erdogan li ser van sûcên xwe û bi taybetî sûcên li dijî Kurdan were dariznadin.

PARLAMANA MISIRÎ: ERDOGAN KURD QELANDIN Û ANIHA KAXEZA PENABERAN LI BA DIKE

Der barê heman mijarê de, gelek parlamenterên Misirî jî ev yek şermezar kir.

Berdevkê parlamana Misirî Selah Hesebe-ellah diyar kir ku Erdogan ji çaxê hatiye ser desthilatariyê dîn bûye û nasnameya xwe ya Ixwanî nîşan daye.

Hesebe-elalh dibêje ku Erdoganê dîn li ser Kurdan, NY û Mihemed Mursî axivî, lê qet qala Tirkiyê û gelê wê nekir.

Paralamenter teqez kir ku ti nirxê wî tune ye û gotinên wî bi temamî ji aliyê raya giştî ya Misirî ve nayên qebûlkirin.

Berdevkê parlamana Misirî bal kişand ser girtin û komkujiyên ku wî der heqê Kurdan de çêkirine û got:

Aniha jî penaberan keysbaz dike û gefan rasterast li NY û Ewropayê dixwe.

Leave a Reply

Back to top button