Serçeteyên komên çekdar ên ‘Îtilafê’ li dijî “komîteya destûrî” bertek nîşan dan

Piştî ragihandina avakirina Komîteya Destûrî ya Sûrî bertekên li dijî vê komîteyê ku nûnertiya hemû gelên Sûrî nake zêde dibin.
Serçeteyên bi navê opzisyonê yên komên çekdar di nav de çeteyên Îxwan El-Musilmîn, ev komîte red kirin û diyar kirin ku komîteya bi destên dagirkerên Sûriyê hatiye avakirin ti rewatiya xwe nîne.

Piştî ragihandina avakirina Komîteya Destûrî ku ji aliyê NY ve hate ragihandin bertek li dijî komîteyê roj bi roj zêdetir dibin.

Serçeteyên komên çekdar ên bi navê Opzisyonê ku nûnerên wan jî di nava komîteyê de cihê xwe digirin êrîşî Avakirina Komîteyê kirin û ew red kir.

serçeteyê koma bi navê ”Siqûr El-Şam” Ehmed Şêx komîte red kir û da xuyakirin ku ”di bin siya kujeran de tiştek bi navê Destûr nayê pejirandin”.

Ji aliyê xwe ve serçeteyê koma ”Ehrar El-Şam” Cabir Alî Başa diyar kir ku ”Şoreş li Sûriyê ti carî bi xwesteka avakirina komîteyeke destûr ranebûye”

Her wiha serçeteyê tevgera bi navê ”Nûredîn Zinkî” Ebdulselam Ebdulrezaq teqez kir ku ”ew tiştekî ji vê destûrî nas nake û ev ne daxwaza gelê Sûrî ye”

Serokê berê yê opzisyona bi navê ”Îtîlafê” jî Ehmed Muaz Xetîb destnîşan kir ku ”Ev destûr bi destê dagirkerên Sûriyê hatiye avakirin û raya giştî dixwaze rûyê rêjîmê pê spî bike”

Li aliyekî din li dijî Komîteyê çeteyên tevgera ”Îxwan El-Muslimîn” jî bertek li dijî Avakirina Komîteyê destnîşan kir.

Der barê Mijarê de ”Îxwan Muslimîn” daxuyaniyek da û komîte ji kok ve red kir.

Beriya ragihandina komîteya Destûrî jî, serokê desteya bi navê ”Desteya bilind a danûstandinan” Nesir Herîrî piştrast kiribû ku heta şerê li Idlibê bi dawî nebe ew pabendî civînên Komîteya Destûrî nabin.

Leave a Reply

Back to top button