Çeteyên dewleta tirk 6 sivîl ji navçeya Şera revand

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di revandina sivîlan de berdewam in û ji navçeya Şerayê 6 sivîlên din revandin.

 

Çavkaniyên herêmî ji Efrînê ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk bi ser gundê Qortiqlaqa Mezin yê navçeya Şerayê de girtin û 6 sivîl revandin.

Sivîlên hatine revandin:

Mihemed Cuma Ehmed.

Mihemed Ehmed Moşo.

Îsam Menan Moşo.

Henan Mihemed Muslim.

Mistefa Ebdulqadir Şêx Ehmed.

Omer Şahîn Moşo ne.

ÇETEYAN SIVÎLÊ BI NAVÊ HENÎF BEKO JI NAVÇEYA CINDIRÊSÊ REVAND

Li navçeya Cindirêsê jî çeteyan sivîlê bi navê Henîf Beko ji gundê Remadiyê revand.

Ji bo berdana wî jî çeteyan 3 hezar dolar ji malbata wî xwestine.

Duh jî çavkanyeke herêmî ji navçeya Şiyê diyar kir ku çeteyên bi navê ”Lîwa Saed bîn Weqas” 12 kes ji heman navçeyê revandin.

Leave a Reply

Back to top button