Rûsya: Ti pêwîstîa şandina hêzên Amerîkî bo herêmê nîne

Piştî zêdebûna gefên Îranê, Emerîka hêzên nû dişîne Rojhilata Navîn û Rûsya jî vê yekê neyînî dinirxîne.MIX

Îro cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê Sergei Vershinin ragihand ku şandina hêzine Emerîkî yên nû ji bo Rojhilata Navîn pêwîst nake û got:

Em dibêjin alozî bi alavên leşkerî û zêdekirina wan nayên çareserkirin.

Roja Şemiyê, wezîrê parastinê yê Emerîkî Mark Esper ragihandibû ku serokê Emerîkayê Trump li ser şandina hinek hêzên din bo herêmê erê kiriye.

Esper da zanîn, wan çek jî ji Siûdiyê û Îmaratê re şandine da hêza parastina xwe xurt bikin.

Ev biryar hat , piştî ku Îran bi idiaya êrîşa li ser dezgehên neftê yên Siûdiyê kiriye hate tawanbarkirin.

Lê Îran vê tawanbariyê bi temamî red dike.

Leave a Reply

Back to top button