Li Amedê nobeta demokrasiyê di roja 38’an de dewam kir

Nobeta Demokrasiyê ya li dijî erkdarkirina qeyûman îro di roja 38’an de dewam kir.. Îro jî xelkê Amed û Wanê li dijî qeyûman li qadan bûn..Îzmîr jî dengê xwe tevlî Amed û Mêrdînê kir û li wir jî Nobeta Demokraasiyê dest pê kir.

 

Nobeta Demokrasiyê ya li dijî erkdarkirina qeyûman li Amedê ket roja 38’an.

Girse dîsa li Kolana Lîseyê kom bûn û nobeta xwe berdewam kirin.

Nobet bi piştgiriya welatî, rêxistinên sivîl, parlementer, hevşaredar, rêveber û tevlêbûna dayikan dewam kir.

Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca di Nobetê de axivî.

Ûca, diyar kir ku, bi erkdarkirina qeyûman xwestin têkoşînê têk bibin, lê berxwedana wan pergal parçe kir.

Polîsan jî weke her carê qad dorpêç kir.

Girsê piştî çalakiya rûniştinê ya 2 saetan daxuyanî dan.

LI WANÊ NOBETA DEMOKRASIYÊ DI ROJA 38’AN DE DEWAM KIR

Li wanê jî Nobet dîsa li pêş avahiya HPD’ê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê berdewam kir.

Li vir pankarta bi nivîsa “Ne rêveberiya qeyûm rêvberiya gel” hat vekirin.

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr dest nîşan kir ku watey demokrasiyê li Tirkiyê nemaye.

Çarenûsa 80 milyon kes jî di nava lêvên kesekî de ye.

RÊXISTINA HDP’Ê YA ÎZMÎRÊ DEST BI NOBETA DEMOKRASIYÊ KIR

Bi heman armancê Rêxistina HDP’ê ya Îzmirê civîna çapemeniyê li dar xist.

Parlamentera HDP’ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay, diyar kir ku wê dest bi Nobeta Demokrasiyê bikin û bang li hemû kesên demokrasiyê diparêzin kir ku tev li çalakiyê bibin.

Leave a Reply

Back to top button