KONSEYA EWLEKARIYÊ LI SER XWESTEKA EMERÎKAYÊ DICIVE

Çavkaniyên dîplomatîk ragihandin ku îro Konseya Ewlekariyê li ser xwesteka Emerîkayê ji bo nîqaşkirina mijara komîteya destûrê dicive.

Ev yek piştî ku rêjîma Sûrî çêkirina komîteya destûrê ya di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de red kir, tê.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Staffan De Mistura berî çend rojan serdana Şamê kiribû..

Lê negihaşt armancên xwe û nekarî rêjîma Sûrî bi çêkirina destûrekî nû bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî razî bike..

De Mistura wê di civîna konseya Ewlekariyê ya îro de amade nebe û wê bi riya Videoyê beşdar bibe.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê ragihandibû ku dawiya meha mijdarê erka xwe bi dawî dike û heta wê demê wê li ser çêkirina destûrê bixebite

Back to top button