Balafirên artêşa Tirk a dagirker binarê Qendîlê bombebaran kir, 2 sivîl birîndar bûn

Balafirên şer ên dewleta Trik doh Amêdiye û Binarê Qendîlê bombebaran kirin. Di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û du sivîl birîndar bûn.

Balafirên şer ên dewleta Tirk şevê din di saet 21:30’an de gundên Zêwke, Aliyereş û Kunemaryan yên bajarokê Pişder û Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Di bombebaranê de 2 sivîl birîndar bûn.

Her wiha gelek ziyan gihiştin mal û milkê şêniyan.

Balafirên artêşa Tirk a dagirker Amêdiyê bombebaran kir, sivîlekî jiyana xwe ji dest da

Danê êvarî saet 17:00’an de jî balafirên şer ên dewleta Tirk Geliyê Kanî Mazî ya bi bajaroka Çemankê ya Amêdiyê bombebaran kirin.

Di bombebaranê de ciwanek temen 20 salî dema ku li ber dikana xwe bû bi giranî birîndar bû.

Tevî hemû hewildanên bijîşkan jî ciwan 20 salî jiyana xwe ji dest da.

Leave a Reply

Back to top button