Prof.Trabert: gefên Tirkiyê dibin sedema tirsê, divê bi dawî bibin

Serokê Rêxistina Xizmeta Tenduristiyê û Dijberiya Xizaniyê diyar kir gefên Tirkiyê ku dibin sedema tirsê û fikaran divê bi dawî bibin.

Serokê Rêxistina Xizmeta Tenduristiyê û Dijberiya Xizaniyê Prof. Gerhad Trabert serdana harêmên bakur û rojhilatê sûrî kiribû.

Prof. Trabert di civîna Komîsyona Pêşketin û Hevkariya Aboriyê ya Meclîsa Federal a Berlînê de axivî û got:

Pirsgirêkên tenduristiyê yên li herêmê di asteke metirsîdar de ne.

Ji ber dorpêçê, peydakirina dermanên tendurstiyê zehmet û piraniya nexwşiyên giran radikin nexweşxaneyên Iraqê.

Divê hikumeta Alman a Federal hevkariyê bi herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê re bike û divê em wan bi tenê nehêlin.

Prof. Trabert balkişand li ser gefên dewleta Tirk û diyar kir ku Gefên dewleta Tirk bandorê li xizmetên tenduristiyê jî dikin.

Serokê Rêxistina Xizmeta Tenduristiyê bang li welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku ev gefên dibin sedema metirsiyên li ser herêmê bi dawî bikin.

Leave a Reply

Back to top button