HÊZÊN RÊJÎMÊ Û KOMÊN ÇETE BI DIJWARÎ HERÊMÊN HEVDU TOPBARAN KIRIN

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî ragihand ku ji destpêka heypeymana Rûsya û Tirkiye li ser Idlibê, topbarana herî dijwar navbera hêzêm rêjîmê û çeteyan de rû dide.

Topbaran bi taybet li herêmên gundewarê rojavayê Helebê û rojavayê navenda bajêr pêk hat..

Li gorî çavdêriyê komên çete yên li gundewarên rojavayê Helebê, bi dehan top bi ser taxên bajêr de barand.

Hêzên rêjîmê bersiv dabûn û herêmên çeteyan topbaran kiribû.

Têkildarî encaman agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Leave a Reply

Back to top button