Rêveberiya Xweser: destûra ku vîna gel tê de tune be, em wê qebûl nakin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têkildarî Komîteya Destûrî ragihand ku, ne beşdarbûna wan tê wateya nebûna edalet û demokrasiyê ye..Rêveberiyê bang li civaka navdewletî kir ku, careke din vê gava ne adil di ber çavan re derbas bikin û teqez kir ku, çi komîte îradeya gel tê de tine be, ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin.

Rêveberiyê bal kişand ser şerê li dijî DAIŞ’ê û da zanîn ku, Hêzên Sûriya demokratîk û pêkhateyên herêmê ji bo parastina yekîtiya axa Sûrî bi qasî 11 Hezar Şehîd û 24 hezar birîndar da.

Rêveberiyê qala danûstiandinên Sûrî Sûrî kir û teqez kir ku, ew û MSD’ê her demê nermbûna xwe ji bo dilayolgê nîaşn dan û gelek caran ev daxwaz ji Rêjîmê û Rûsya jî kiriye.

Lê belê, derbaskirina rewş Tirkiyê di ber çavan re, ji diyaolgê girîngtir hat dîtin, tevî ku Tirkiyê piştgiriya terorê dikir û ev yek nayê veşartin.

Rêveberiyê destnîşan kir ku, Tirkiyê serweriya Sûriyê bi pê dike û guhertina demokgrafîk pêk tîne.

Têkildarî Komîteya destûrî jî Rêveberiyê desntîşan kir ku, ev komîte teybetmedendiyên gelê Sûriyê nagire nava xwe û li yekîtiya Sûtiyê nayê.

Ji xwe nebeşbarbûna Rêveberiya Xweser tê wateya nebûna edalet û wekheviyê û bi biryara 2254 a NY re bi nakok e.

Rêveberiyê her wiha teqez kir ku, nebûna îrdeya gelê Sûriyê tê de, ev komîte ji bilî kûrkirina aloziyê bi xwe re nayene û wê qet nekeve xizmeta gelê Sûriyê.

Rêverberiya Xweser bang li welatên ku aramiyê girîng dibînin kir ku, li rewşa sûrî bi giştî binêrin û li gorî rewşa li ser erdê tev bigerin.

Nabe ji ber hesasiyetên Tirkiyê pêkheteyên siyasî yên bingehîn werin dûrxistin.

Di heman demê de bang li NY kir ku, vê gavê careke din di ber çavan re derbas bike û aliyên sûrî nêzî hev bike.

her wiha bang li Kaolîsyonê jî kir ku, hevkariya xwe ya bo gel re di ber çavan re berbas bike.

Leave a Reply

Back to top button