Ciwanan li dijî êrîşan dagirker ên dewleta Tirk banga geşkirina berxwedanê kir

Rêxistinên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoșer li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk bang geşkirin berxwedanê kirin.

Jin û Ciwanan bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk li dijî başûrê kurdistanê şermezar kirin û gotin:

Êrîşên dagirkeriya Tirk li ser başûrê kurdistanê bi hemû hovîtiya xwe dewam dike.

Doh di encama êrîșên balafiran li gundê Çemankê ya herema Amediyê ciwanekî Kurd șehid bû.

Li dijî vê dagirkeriyê heta niha ne parlementoya Hikumeta Herêmê û ne Iraqê ti helwest nîşan ne dane.

Ev dide diyarkirin ku bêdengbûna wan erêkirina dagirkirina Başûrê Kurdistanê, serweriya axa Iraqê ye.

Jin û Ciwanan bang li hemû ciwan û jinên ciwan kir ku bi rihê berxwedana Şeladizê dakevin qadan û berxwedanê pêşbixin.

Daxuyanî bi slogana “Serî hilde dagirkeriyê parçe bike” bi dawî bû.

Leave a Reply

Back to top button