Şervanê QSD’ê Mezlûm Cezra li Dêra Zorê hate oxirkirin

Bi sedan şêniyên gundewarên Dêrazorê şehîd Ebadî Hemûd El-Elî bi merasîmekê oxir kirin.

Şervanê QSD`ê Ebadî Hemûd El-Elî yê bi nasnav Mezlûm Cezra 25 Îlonê dema erka xwe pêk tanî şehîd bû.

Ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd bi sedan şêniyên gundewarên Dêra Zorê û endamên saziyan berê xwe dan Goristana Şehîd Xidir El-Hemade ya li gundê Ebû Xeşeb.

Piştî merasîma leşkerî ji fermanarên QSD`ê Zagros Ehmed, bi navê malbatên şehîdan Xeldûn El-Xalid û bi navê Meclisa Ebû Xeşeb Casim El-Tebaş axivîn.

Kesên axivîn îşaret bi rola şehîdan û têkoşîna wan kirin.

Her wiha hat tekezkirin ku ew ê destkefiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin.

Cenazeyê şehîd Mezlûm Cezra di nava tilîliyên dayîkan de hate oxirkirin.

 

Leave a Reply

Back to top button