Rojnameya Sun DAIŞ hewdana derxistina bi hezaran çeteyên xwe ji girtîgehên Sûriyê û Iraqê dike

Piştî Serokê Emerîka Donald Trump gefa berdana çeteyan li Ewropayê xwar, çeteyên DAIŞ’ê hewldana derxistina bi hezaran çeteyan ji girtîgehên Iraq û Sûriyê dikin.
Ji xwe îro 4 jinên DAIŞ’ê hewl dane ji Kampa Holê birevin.
Ev yek jî metirsiya li ser rewşa gelê Sûrî û cihanê careke din radixe ber çavan.

Rojnameya Sun a Birîtaniya rapora Peymangeha Lêkolînên Şer ya der barê çeteyên DAIŞ’ê belav kir.

Peymangeha lêkolînên şer ragihand ku terorîstên nexweş ku hewldana vegera “Xîlafa berê” dikin, dixwazin çeteyên xwe rizgar bikin.

Di raporê de hat diyarkirin ku, çeteyan li kampên koçberan ji bo komkirina pere û rêxistinê bi kar tînin.

Serçete Ebû Bekir El-Bexdadî, çeteyên xwe hişyar kiribû û gotibû, divê bi rêya serhildaneke girseyî bi hezaran çete werin berdan.

Ji Şîaa û Selîb yê ku kampê bi rê ve dibin daxwaz kir ku çeteyan serbest berdin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ji bo vegera çeteyan daxwaz li dewletên Ewropa kir ku eger çeteyan venegerînin, ew ê çeteyên girtî li ser sînorê Ewropayê serbest berdim.

Piştî vê çeteyên DAIŞ hewldana derxistina çeteyan ji girtîgehên Sûriyê û Iraqê kirin.

Tê zanîn ku nêzî 800 hezar çete di girtîgehên Sûriyê û Iraqê de, di heman demê de QSD’ê nêzî 2 hezar çeteyên biyanî girtine.

Li kampa Holê jî bi hezaran malbatên DAIŞ’ê jin û zarok lê bicihbûne.

Têkildarî mijarê koodînasyonê Emerîkî yê têkoşîna li dijî terorê Nasan Sîliz bang li dewletên Ewropayê kir ku çeteyan biyanî werbigirin.

Sîliz dazanîn ku Emerîkayê ewlehiya kampên li Iraqê û Sûriyê wê garantir bike û bang li dewletên Ewropayê kir ku destekê bidine vê yekê.

Ji xwe Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, malbatên DAIŞ’ê li kamp Holê mîna bombeyeke li ber teqînê bi nav kiribû.

Leave a Reply

Back to top button