BERIYA CIVÎNA STENBOLÊ TRUMP Û MACRON HELWESTÊN XWE PARVE KIRIN

Serokkomarê Fransayê Emmaûel Macron beriya civîna ku li Stenbolê were lidarxistin ragihand ku helwesta wan û Emerîka yeke.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê DYE Donald Trump ji bo helwesteke hevpar derbarê aloziya li Sûriyê nîşan bidin, bi telefonê bi hev re axivîn.

Ev axaftin beriya civîna Sitenbolê ku tê payîn sibe bi beşdarbûna serokdewletên Rûsya, Fransa, Almanya û Tirkiyê li dar bikeve hat kirin.

Di daxuyaniya Qesra Elysee de hat ragihandin ku Macron rojeva xwe ya li ser dewamkirina agirbesta li Idlibê û zêdekirina nîqaşên li ser pêvajoya çareseriya siyasî ya şerê li Sûriyê diyar kiriye.

Hikûmeta Fransayê dixwaze agirbesta li Idlibê were dirêjkirin û destûr ji bo derbasbûna konvoyên mirovî re were dayîn.

Her wiha rêveberiya Parîsê dixwaze komîteyeke destûra bingehîn jî pêk were.

Leave a Reply

Back to top button