ِAsayîşa Silêmaniyê ekîpa televizyona me ya bernameya Derwaze asteng kir

Asayîşa navçeya Pişderê a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ekîpa televizyona me Ronahî TV ya ji bo tomarkirina bernameyek taybet çûyî navçeyê asteng kir.

Pêşkêşvanê Bernameya Televizyoan me ya bi navê Derwaze Aras Îbrahîm derbarê mijarê de got:

Îro danê sibehê, ji bo em bernameya xwe bikşînin çûn bajaroka Hêro ya ser bi navçeya Pişderê ve.

Piştî ku me serdana rêveberiya bajaroka Hêro û asayîşa wê kir, bi hinceta ku destûr nîne’ rê li me girtin.

Tevî ku me destûra fermî ya dezgeha xwe nîşanî rêveberiya Asayîşa Hêro da jî, lê dîsa û binceta ku ‘destûr ji rêveberiya asayîşa Raperînê hatiye girtin’ rê nedan ku em bernameyê bikşînin.

Hevala me Aras Îbrahîm eşkere kir ku ji bo karkirinê destûra fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê girtîne.

Bernameya Derwaze barnameyek çandî û civkî ye tê de dîrok û çanda Başûrê Kurdistanê dide naskirin.

Leave a Reply

Back to top button