Li piranî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Tîrmehê de berhemên sebzeyên herêmî baş e.
Cotkarên sebzeyan rojane bi dehan ton sebzeyên xwe li sûkên herêmê difiroşin.
Bi wê yekê sebze bi buha û kalîteyeke baş tên dabînkirin.
Têkildarî rewşa berhemên herêmê yên îsal cotkar Mihemed Xêr Hesen got:
Berhema îsal baş e. Em rojane firingî û xiyaran dişînin sûkên herêmê.”
Li ser cudahiya di navbera sebzeyên herêmê û yên ji derve de Hesen dibêje:
“Sebzeyên herêmêm xwedî kalîteyeke baş in.
Ji aliyê tenduristiyê ve ji yên ji derve tên baştir in.”
Hesen bang li Desteya Çandiniyê kir ku piştgiriya cotkaran bikin.
Ji ber ku buhayên firotinê ne li gorî lêçûnan e.
Serokê yekitiya bazirganên sebzeyan Ehmed Arif jî têkildarî mijar axivî û got:
“Ji ber berhema zêde buhayên sebzeyan bi rêjeya ji sedî 200 kêm bûye.”



