Dadgeha Bilind, cezayê girtîgehê yê li 59 kesan hatibû birîn pejirand, ku parlamenterên HDP’ê Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari jî di nav de ne.
Dadgeha Bilind ceza bi îdîaya endamtiya rêxistinê birî.
Li gorî biryarê 9 sal cezayê girtîgehê li Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari hatibû birîn
Û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven hatiya birîn.
Dadgeha Bilind her wiha biryar wergirt ku di çarçoveya xala 84/2 a Destûra Bingehîn a mafê destnedanê yê parlamenteran, biryarê ji Meclîsê re bişîne.
Piştî ku biryar kete rojeva Civata Giştî ya Meclîsê wê parlamenteriya Guven û Farisogûllari betal bibe.
KCD: BIRYARA DARAZA BILIND BIRYAREKE NIJATPEREST E
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê mijarê de helwesteke tund nîşan da û got:
”Ev biryar biryareke têra xwe nîjatperest, cihêkir, dijminane ya îdeolojîk-polîtîk e”.