Li navêeya Erîşa ya Hesekê diryên 138 dibistanî hat vekirin

Bi despêkirina sala xwendinê ya 2019-2020’an re li navçeya Erîşa ya herêma Cizîrê deriyê 138 dibistanan ji bo perwerdê li xwendekaran hat vekirin.

 

Vekirina deriyên dibistanan 1’ê Îlonê dest pê kirin.

Ji ber hijmara zêde ya xwendekaran, xebatên 3 dibistanan hîna dewam dikin.

Piraniya dibistanên hatine vekirin, yên seretayî û navîn in.

Rêveberê Komîteya Perwerdê ya navçeya Erîşa Mistefa Abid têkildarî sîstema perwerdê û xurtkirina xwendekaran axivî.

Mistefa Abid diyar kir ku ji ber hejmara zêde, ew hîna serdanên xwendekaran qebûl dikin.

Abid da zanîn ku beşa yekemîn ji pirtûkan hatiye belavkirin.

Niha jî amadekariyên belavkirina beşa duyemîn tê kirin.

Leave a Reply

Back to top button