Artêşa netewî ya Lîbyayê 2 dronên Tirkî kirin armanc

Artêşa netewî ya Lîbyayê, 2 dronên dewleta Tirk li paytexta Lîbya Terablusê kirin hedef.

Navenda ragihandinê ya artêşa Lîbî diyar kir ku nîvê şeva borî, balafirên şer êrîşine asmanî li dijî baregeha Miêtîqiya pêk anîn.

Di encamê de, droneke Tirkî di hundirê beşê leşkerî yê bargehê de wêran bû.

Her wiha hinek embar û deverên operasyonên leşkerî hatin rûxandin.

Di heman rojê de, parastina asmanî ya artêşê, karîbû droneke dewleta Tirk a din li başûrê Terablusa paytxt bîne xwarê.

Ji çaxa artêşa Lîbî operasyona kontrolkirina Terablusê ragihandiye, zêdetirî 8 dronên Tirkî yên ji celebê “bêriqdar” anîne xwarê.

EHMED MISMARÎ: ERDOGAN DIXWAZE DI RÊYA LÎBYA RE, ÇETEYAN DERXE AFRÎKA Û EWROPYAÊ

Li gorî artêşê, ji destpêka şerê Lîbyayê de, dewleta Tirk destwerdanê dike û çeteyan ji Sûriyê dişîne qada Lîbî.

Her dawî jî, berdevkê artêşê Ehmed Mismarî dîsan tiliyên tawanbariyê dirêjî serokê dewleta Tirk Erdogan kir û got, ew her piştevaniya çeteyan dike û dixwaze di rêya deravên Lîbyayê re, çeteyan bişîne Afrîka û Ewropayê.

Leave a Reply

Back to top button