Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriyê çalakiyên bi bandor li dar dixin.
HPG’ê ragihand ku li Zap û Metînayê 16 dagirker hatin cezakirin û derp li helîkopterek hate xistin.
Dîmenên vê yekê jî hat belavkirin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî ji ber van çalakiyên bi bandor gerîla silav kir.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî çalakiyên gerîla silva kir.
KCK’ê da zanîn ku ev çalakî hem bi dem hem jî ji aliyê çarçoveyê ve pir watedar bûn û got:
“Gerîla bi stratejî û taktîk û asta fedaî ya Apoyî ku xwe gihandiye, daye xuyakirin ku têk naçe.
Bi van çalakiyên mezin careke din derxistiye holê ku wê Kurdistanê di her şert û mercî de biparêze.
Ev sekineke rûmetdar, watedar û hêjayî pesindayinê ye.”
KCK’ê eşkere kir ku em vê berxwedaniyê û van çalakiyên serketî pîroz dikin.



