Emerîka: Rejîmê çekên Kîmawî bi kar anîne û ev yek wê bê bersiv nemîne

Wezîrê karê derve yê Emerîkayê diyar kir ku êdî ew ji bikaranîna rejîma Sûrî ji çekên Kîmawî re piştrastin û ev yek wê bêbersiv nemîne.

Mike Pompeo got:

Rejîma Sûrî 19’ê Gulanê di êrîşên xwe yên li dijî Idlibê de çekên kîmawî bikar anîn.

Pompeo teqez kir ku Emerîka ji vê yekê piştrast e û diyar kir ku Emerîka li hemberî vê yekê wê bêhelwest nemîne.

Gulana borî berdevka Wezareta Derve ya Emerîkayê Morgan Orgutus jî anîbû ziman ku Emerîka niha derbarê bikaranîna rejîmê ji çekên kîmawî re lêkolînan dike.

Morgan Orgutus teqez kiribû ku eger ev yek were piştrastkirin, bi awayekî lezgîn Emerîka wê bersivê bide rejîmê.

Leave a Reply

Back to top button