polîsa Malîzî 15 çeteyên DAIŞ’ê girtin

Hikumeta Malîzyayê 15 çeteyên DAIŞ’ê di operasyonên cuda de girtin.

Polîsa Malîzya ragihand wan di meha Tîrmeh û Îlonê de gelek serdegirtin li deverên welêt pêk anîne.

Di encamê de, 15 kesên girêdayî DAIŞ’ê hatin girtin.

Li gorî polîsê, piraniya van kesan ji Endonesiyayê ne.

Polîsê diyar kir, wan di operasyonine din de jî, 13 Endonesiyê din û Malîziyek bi tawana leşkerkirina endamên nû bo DAIŞ’ê girtin.

Ji 2016’an ve, piştî êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Cakertaya paytext, hikumeta Malîzî di seferberiyê de ye.

Wê demê jî polîsê bi sedana kes binçav kirin.

 

Leave a Reply

Back to top button