Erdogan li pêşberî çapemeniyê careke din gefa dagirkeriya Bakur û Rojhilatê Sûrî xwar

Serokkomarê dewleta tirk a dagirker Erdogan piştî civîna li New Yorkê, bersiva pirsên rojnamevanna da.
Erdogan careke din gefa dagirkirina bakur û rojhilatê Sûrî xwar û got:
Pilana û dema me ya êrîşê li gorî tê xwestin birêve diçe.
Û careke din bi awayekî vekirî qala guhertina demografiya herêm û bicihkirina koçberên ji deverên din yên welat, li bakur û rojhilatê Sûrî kir.

 

Serokkomarê dewleta tirk a dagirker Erdogan ê ji bo civata giştî ya 74 an a Neteweyên Yekbûyî çûbû New Yorkê beriya ku vegere tirkiyê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Erdogan careke din gef li ewlehiya bakur û rojhilatê Sûrî xwar û got,

Ew dema ku me diyar kirî dewame.

Divê herkes bizane ku tirkiye ne welatek ku bê mijolkirin.

Tevî tevgera hewayî, têkildarî rewşa li herêmê hemû hewildanên pêwist hatine kirin.

Erdogan bi van gotinên xwe diyar kir ku plana wan ya dagirkeriyê hîna di meryetê de ye.

Ji xwe di civata giştî ya NY de jî Erdogan bi wêneyan herêma bakur û rojhilatê Sûrî weke herêmeke ku dagirbikin nîşan dabû.

Erdoganê ku xwe weke xwediyê xaka Sûrî dibîne, li gorî daxwaza xwe jî xaka sûrî parçe dike.

Ango car tê, xwe dike xwediyê Sûrî, dema dengê lingê Rûsiya û Îranê dibihise jî dibe cîranê Sûrî.

Bi gotina ewê koçberên Sûrî bêne û hemûyan li vir bicih bike jî rastiya dagirkeriya dewleta tirk ya piştî Efrînê guhertina herêmê ya li bakur û rojhilatê Sûrî radixe ber çavan.

ERDOGAN: NIHA LI IDLIBÊ BÊDENGÎ HEYE

Serokkomarê dewleta tirk a dagirker Erdogan ji bo çeteyên xwe yên li Idlibê ku firotine Rûsiya û rejîmê jî xwest xwe bi van gotinan xelas bike.

Niha li Idlibê bêdengî heye.

Em hêvî dikin ku ev rewş li gorî peymanên me bi Rûsiyayê re dewam bikin.

Lê careke din jî divê em ji bo her rewşekê amade bin.

Leave a Reply

Back to top button