MIHEMED ELÎ: RÊVEBERIYA XWESER JI BO HERÊMÊ MODELA ÇARESERIYÊ

Endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD’ê Hesen Mihemed Elî têkildarî çareseriya aloziya Sûriyê axivî û got;

Çareserkirina aloziya Sûriyê bi diyalogan pêkan e.

Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya aloziya heyî modelek e.

Êdî ev model bandora xwe li herêmên din ên Sûriyê dike.

Endamê Meclisa Serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî geşedanên dawî li Sûriyê, bi taybet nêzîkbûna tunekirina çeteyên DAIŞ’ê ji ajansa Hawarê re axivî.

Hesen Mihemed Elî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku bêyî tunekirina çeteyên DAIŞ’ê çareseriya siyasî ne pêkan e û wiha dewam kir:

Bi giştî piştî tunekirina çeteyên DAIŞ’ê çavê her kesî li çareseriya siyasî ye.

Mihemed Elî di nava axaftina xwe de destnîşan kir ku çareseriya aloziya Sûriyê di navbera Amerîka û Rûsya de asê maye û ev tişt anî ziman;

Têkilî, tifaq û nakokiyên di navbera van hêzan de dê pêşeroja Sûriyê diyar bikin.

Em jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl didin di xêzkirina nexşeya Sûriyeya nû de xwedî roleke aktîf bin.

Şerê li Sûriyê divê bi dawî bibe û divê diyalog dest pê bike.

Mihemed Elî têkildarî dagirkeriya tirkiyê jî wiha got;

Tirkiye ji Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditirse ku niştecihên herêmê li gorî rêgezên neteweya demokratîk xwe bi rê ve dibin. Tirkiye ditirse ku ev model derbasî welatê wê bibe, ji ber vê yekê hewl dide asteng bike. Her wiha Rêjîma Sûriyê jî ditirse ku sîstema li herêmên me hatiye rûniştin, li herêmên din ên di bin serweriya rêjîmê de pêk were. Ji ber wê yekê ew jî nerazîbûna xwe bi rêya gefxwarinan tîne der.

Endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD’ê Hesen Mihemed Elî di dawiyê de got;

Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya aloziya heyî modelek e.

Êdî ev model bandora xwe li herêmên din ên Sûriyê dike.

Leave a Reply

Back to top button