Hevserokatiya Herêma Cizîrê ji ber wefata cîgirê hevserokatiyê û kesayeta welatparêz Şêxmûs Mihemed Mûsa sersaxî xwest.
Cîgirê Hevserokatiya Herêma Cizîrê û kesayeta welatparêz Şêxmûs Mihemed Mûsa duh li nexweşxaneyê Qamişlo di temenê xwe yê 71 salî wefat kir.
Hevserokatiya Herêma Cizîrê bi peyamekê ji malbat û hevrêyên welatparêz Şêxmûs Mûsa re xwest.
Di peyama hevserokatiyê de jî wiha hat gotin:
“Birêz Şêxmûs Mûsa mirovekî niştimanperwer û têkoşer bû, jiyana xwe xist xizmeta dozên gelê xwe.
Ji rojên destpêkê yên damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û heta roja dawî bê westandin bi berpirsyartî dixebitî.
Şêxmûs Mûsa mînaka fedekarî, çalakî û tewazîbûnê bû û wekî cîgirê hevserokatiyê dixebitî.
Wefata kesayeta niştimanî û siyasî ne tenê ji bo malbatê lê belê ji bo welat windahiyek e.
Em sersaxiyê ji malbat, heval û xizmên Şêxmûs re dixwazin.”