Artêşa netewî ya Lîbyayê ji bo destwerdana Tirkiyê, bang li civaka navdewletî kir

Ji bo destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê, artêşa netewî bang li civaka navdewletî dike.

Berdevkê artêşa netewî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî ragihand ku hêzên Tirkiyê li gel komên çete li dijî hêzên wan şer dikin û leşkerên Tirk vî şerî bi rê ve dibin.

Mismarî got:

Me gelek belge der barê destwerdana Tirkiye û Qeterê pêşkêş kiriye.

Êdî divê civaka navdewletî biaxive û piştgiriya me bike.

Em aniha ji qonaxa komên çete ber bi terora dewletan ve diçin, îro roj terora li Lîbyayê gefan li ewlehiya navdewletî dixwe.

Berdevkê artêşa netewî ya Lîbyayê bal kişand ser civîna li New Yorkê û diyar kir, divê rewşa Lîbyayê were zelalkirin û cudahiyek têkeve navbera pêvajoya siyasî û şerê li dijî çeteyan.

 

Leave a Reply

Back to top button