MSD: ji derveyî “NY” wê ti rola aliyên din di komîteyê de tune be

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Riyad Derar diyar kir ku di mijara destûrê de, ji derveyî NY wê ti alî roleke diyarker nelîze. Endama Desteya Serokatiya MSD’ê Nûjîn Yûsef jî dest nîşan kir ku beşdariya itîlaf û rejîmê bi tenê wê ew destûr ti encaman negire.

Çêkirina destûreke nû di rêya kombûyîneke bêserûber re çênabe, lê belê bi temsîla vîna rastîn a Sûriyan pêk tê.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD’ê Riyad Derar der barê komîteya destûrî de daxuyaniyek da.

Derar ev komîte bi “kombûyîna bêserûber bi nav dike û dibêje ku, ev yek navê lihevkirinê lê nabe, ji ber hemû aliyan nagire nava xwe û dê êşkişandina gelê Sûrî bi dawî neke.

Derar bal kişand ser kesên beşdar û anî ziman ku ev lîste xizmeta çêkirina destûrê nake û got:

Hinek navên ku ji hêla NY werin diyarkirin, dê xebatekê bikin, lê kesên din wê dema xwe bi hofkan derbas bikin.

Li gorî daxuyaniya MSD’ê, wê pariya Sûrî di navbera welatên garanto de were dabeşkirin û ev yek wê ne projeyeke destûrê be, lê belê tiştê rejîm dixwaze wê bi cih bîne.

Der barê cidîbûna aliyên beşdar Derar belî kir ku sekina li ser her tiştî wê bihêle rejîm bêhtir kontrolê bike.

Riyad Derar mixabiniya xwe ji bo çarenûsa gelê Sûrî anî ziman ku ev kesên hatine diyarkirin ji berjwendiyên xwe wêdetir tiştekî din naxwazin.

MSD: EM Ê JI BO SÛRIYEYEK NE-NAVENDÎ Û DEMOKRATÎK BIXEBITIN

Meclisa Sûriya Demokratîk, soza çêkirina formeke destûrî ku Sûriyek demokratîk pêk were da.

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar di dawiyê de got ku a baş em beşdarî vê kombûyîna bêserûber nebin û em ji bo destûreke nûjen.. ji bo Sûriyayeke ne-navendî û demokratîk bixebitin.

Der barê heman mijarê de, endama Desteya Serokatiya MSD’ê Nûjîn Yûsef ji televîzyona me Ronahî TV re axivî û got:

Bê naskirina Rêveriya Xweser, ev hewldanên destûra nû wê ti encamê negire , ji ber ku ti cudahî di navbera itîlaf û rejîmê de nîne.

Leave a Reply

Back to top button