Li bajaroka Siwer a Dêra Zorê 6 çete hatin girtin

Têkoşîna li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê dewam dike.
Yekîneyên Antî-Terorê ên QSD’ê li bajaroka Siwer a Dêra Zorê şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê, girtin.
Li Gundewarên Dêra Zorê jî serçeteyekî DAIŞ’ê hat kuştin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê operasyonên xwe yên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê didomîne.

Di vê çarçoveyê de Yekîneyên Antî-Terorê ên QSD’ê li bajaroka Siwer a Dêra Zorê şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê, girtin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê girtina şaneyê daxuyaniyek nivîskerî li ser malpera xwe weşand.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekirin.

“Yekîneyên Antîteror -YAT ên hêzên me, roja çarşemê di çarçoveya paqijkirina herêmê ji şaneyên DAIŞ’ê, li bajarokê Siwer 6 şane girt.

Çalakiya me di çarçoveya agahiyên piştrast dike ku şeneyek li bajarokê Siwer hene, pêk hat.

Di çalakiyê de Yekîneyên me gelek çek û cebilxane û cilên taybet bi şaneyê ve, zeftkirin.

Piştî telefonên Şaneyê hatin lêkolînkirin, hate xuyakirin ku têkiliya wan bi gelek şaneyên din ên DAIŞ’ê re heye.

QSD’ê diyar kir ku wê şane ji aliyên peywendîdar re bên şandin da ku tedbîrên pêwîst der heqê wan de bên girtin.

LI DÊRA ZORÊ SERÇETEYÊ BI NAVÊ EBÛ UMER EL-SÛRÎ HATE KUŞTIN

Li gundewarê Dêre Zorê jî , di encama operasyonek Yekîneyên Antî Terorê de serçeteyekî DAIŞ’ê hat kuştin.

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek da û got:

Yekîneyên Antî Terorê bi operasyonek taybet li dijî serçeteyê DAIŞ yê bi navê Ebû Umer El-Sûrî çalakiyek bibandor li gundê Riz ê girêdayî herêma Bisêra yê Dêrazorê pêk anî.

Di encama çalakiyê de Ebû Umer El-Sûrî hate kuştin.

Ebû Umer El-Sûrî berpirsê biçekirina şaneyên veşartî bû, ji civînekê vedigeriya û ji bo êrîşên nû li herêmê plan dikir hat kuştin..

Bi kuştina vî serçeteyî re pêşî li planên DAIŞ’ê digire û êrişkirina li ser hêrêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kêm dike.

Beriya niha jî li Minbicê şaneyek DAIŞ’ê ku ji 18 kesî pêk dihat hatibûn girtin.

Leave a Reply

Back to top button