Erdogan: Em ê petrola Îranê bikirin û guh li cezayên Emerîkayê nekin

Tevî cezayên Emerîkayê jî, Erdogan li ser kirîna petrola Îranê bi israr e.

Piştî civîna Komeleya Giştî ya NY li New Yorkê, serokê dewleta Tirk Erdogan ji çapemeniya re got:

Em ê li Îranê lêgerîna li petrol û xazê dewam bikin.

Tirkiye hesabê cezayên Emerîkayê nake..

Enqere naxwaze hevkariya bi Tehranê re rawestîne.

Par, serokê Emerîkayê Trump ceza li petrola Îranê birî û gotibû eger dewletên petrol û xaza Îranê bikirin, dê rastî cezayên Emerîkayê werin.

Beriya niha, wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê Fatih Donmez bi bîr xistibû ku welatê wî dê li gorî hevpeymana demdirêj, kirîna xaza Îranê dewam bike.

Dewleta Tirk bi rêya komeke bank û şîrketan ku destekê didin Wezareta Parastinê û Feyleqa Pasdaran a Îranê, cezayên li dijî Îranê binpê dike.

 

Leave a Reply

Back to top button