Platforma ked û Demokrasiyê tevlî nobedê bûn

Nobeda Demokrasiyê ya li Amed û Mêrdînê di roja 40’î de didome.
Li Amedê Plaftforma Ked û Demokrasiyê ya Antalya ku tevlî nobedê bû, peyama ‘Em li gel Kurdan in’ da.

Nobeda Demokrasiyê ya li dijî desteserkirina şaredariya Amedê di roja 40’î de dewam dike.

Di vê rojê de Platforma Ked û Demokrasiyê ya Antalya beşdarî nobedê bûn.

Li ser navê platform Kadîr Ozturk axivî û got:

Em bêhiqûqiya desthilatê ya bi qeyûman şermezar dikin.

Divê hemû gelên li gel aştî û demokrasiyê cih digirin li vî welatî bi hev re têbikoşin û qeyman têk bibin.

NOBEDA DEMOKRASIYÊ LI WANÊ DI ROJA 40’Î DE DIDOME

Çalakiya li Wanê jî bi heman armancê didome.

Parlamenterên HDP’ê, Dayikên Aştiyê, jinên TJA’yî û gel tevlî çalakiyê bûn.

Kesên tevlî bûne diyar kirin ku hikumeta AKP’ê saziyên dewletê hemû bi xwe ve girêdane û got:

Erdogan li welat, edalet û demokrasî binpêkiriye.

Leave a Reply

Back to top button