Jeffrey: eger Tirkiyê êrîşek yekalî pêk anî wê ewlehiya wê jî weke xwe nemîne

Belê bînerên hêja, gefên dagirkeriya dewleta tirk li ser bakur û rojhilatê Sûrî bi dawî nabe.Nûnerê Taybet yê Emerîka yê ji bo Sûrî James Jeffrey got, Ew pabendî lihevkirina sê alî ya ji bo parastina sînorin.Eger Dewleta Tirk gaveke yekalî bi avêje, wê demê ne tenê ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûrî têk diçe, lê belê ewlehiya Tirkiyê jî wekî xwe namîne.

Nûnerê taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîakyê ji bo aloziya Sûrî James Jefery di çarçoveya Komeleya Giştî ya NY li New Yorkê, der barê Mekanîzmeya Herêma Parastina Sînor de axivî.

James Jefery diyar kir ku Emerîka bi dilsozî pabendî lihevkirina navbera Tirkiye, Emerîka û Rêveberiya Xweser de ye.

Ev xebat jî gav bi gav bi rê ve diçe.

JEFFREY: EGER TIRKIYÊ ÊRÎŞEK YEKALÎ PÊK ANÎ WÊ EWLEHIYA WÊ JÎ WEKE XWE NEMÎNE

Jeffery bal kişande ser gefên dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dagir bike û teqez kir ku eger Dewleta Tirk gaveke yekalî bi avêje, wê demê ne tenê ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûrî têk diçe, lê belê ewlehiya Tirkiyê jî wekî xwe namîne.

Ji bo avakirina herêma Parastina Sînor roja 8 Îlonê, yekem dewriyeya hevbeş a Tirkî-Emerîkî bi kordîneya Meclisa leşkerî ya Girê Spî re pêk hat.

Tevî ku rayedarên Emerîkî pabendiya QSD’ê bi lihevkirina sêalî ya ji bo peydakirina mekanîzmeyeke ewlekariyê ya herêma parastina Sînor bi erênî dinirxînin, lê hîna jî gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê dewam in.

Leave a Reply

Back to top button