Xwepêşandanên li dijî rejîmê- Dêra Zorê bi silogana ”Îna Şehîdên Salhiyê” daketin qadan

Li dijî Rejîma Sûrî û alîgirên Îranê li herêmê, şêniyên Dêra Zorê dîsan daketin qadan û xwepêşandan li dar xisitn.

Li gundê Izbê yê bajarokê Salhiyê li bakurê Dêra Zorê bi silogana ”Îna Şehîdên Salihiyê” şênî daketin qadan û xwepêşandan li dar xisitin.

Şêniyan banga derketina rejîma Sûrî, hêz û alîgirên Îranê ji bo ku şênî vegerin warên xwe kir.

Her wiha şêniyan banga piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê kir.

Şêniyan diyar kirin ku rejîmê Sûriyê ew ji gundên wan derxistin û mal û milkên wan desteser kirin û guhertina demografîk li gundên wan pêk tîne.

Her roja înê şêniyên Dêra Zorê ji bo rêvekirina li ber koçberên ku ji malên xwe koç bûne, li dijî rejîma Sûrî û Îranê xwepêşandan li dar dixin.

Rejîma Sûrî jî wek bersiv, bêserûber guleyan li şêniyan direşîne.

Beriya niha dîsan li bajarokê Salihiyê di xwepêşandanê de, du sivîl bi guleyên rejîma Sûrî hatin kuştin.

 

Leave a Reply

Back to top button