1. kongreya yekîtiya bijîşkan a herêma cizîrê bi hat lidaxistin

Bi silogana “Bi zanabûna tenduristiyê ber bi avakirina civakeke ekolojîk û demokratîk ve” Yekemîn Kongreya Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Kongre bi beşdarbûn 200 bijîşkan, hevseroka TEV-DEM`ê Zelal Cîger û endama Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Foza Yûsif dest pê kir.

Destpêkê Hevserokê Yekitiya Bijîşkan a Kantona Qamişlo Dr. Ehmed Yûsif axivî û got:

“Hevalên me di aliyê tenduristiyê û yekitiya bijîşkan de bi hemû awayî tevî rewşên zehmet, xwe bi rêxistin kirin.”

Ehmed Yûsif diyar kir ku bijîşkan dev ji gel û xaka xwe bernadin û bijîşk bûn mînak ji hemû Sûriyê re ku li kêleka şêniyên herêmê disekinin.

Piştere rapora yekitiya pijîşkan hat xwendin.

Tê payîn ku sîstema hundirîn a yekitiyê were sererastkirin.

Her wiha meclisa yekitiyê li herêma Cizîrê were avakirina.

Leave a Reply

Back to top button