Erdogan hewl dide bi dagirkeriyê re çeteyên xwe li Bakurê Sûrî bicih bike

Plana qirkirinê ya serokê dewleta tirk a dagirker Erdogan a li ser bakur û rojhilatê Sûriyê eşkere bû. Li gor planê wê li 140 gund û 10 bajarên ku ewê li bakur û rojhilatê sûrî ava bike, wê 2 milyon çeteyên xwe lê bicih bike. Bi vê yekê demografiya herêmê biguherîne û di serî de gelê Kurd hemû pêkhateyên li herêmê di qirkirinê re derbas bike.

Serokê dewleta tirk a dagirker Erdogan di civata giştî ya neteweyên yekbûyî de li hemû welatan bang kiribû ku, piştgirî bidin hewldanên wan yên li Sûriyê.

 

Serokê dewleta tirk a dagirker îro bi rêya çapemeniya xwe ya şerê taybet beşek ji detayên vê plana xwe eşkere kir.

Di plana serokê dewleta tirk a dagirker de wiha tê gotin:

-140 gund wê li ser 82.6 milyon metre çargoşe, 10 navçe jî li ser 10 milyon çargoşe bê avakirin

-Ji bo çandiniyê jî wê 140 milyon metre çargoşe erd li kesên li gundan bên bicîhkirin bê belavkirin

Bi gotinek din wê 222.6 milyon metre çargoşe erdê niştecîhên herêmê, yekser bê desteserkirin.

Buhaya çekirina malan ji bo milyonek kesan wê 150 milyar û 965 hezar, ji bo du2 milyon kesan jî 301 milyon 930 hezar lireyê tirkiyê pere be.

Tê gotin ku wê 200 hezar mal bi fonên biyanî, ango pereyê ku ji yekîtiya Ewropa bidest bixin bê çekirin.

Başê ev plan tê çe wateyê:

Beriya her tiştî ev yek tê wateya yekser desteserkirina sê ji yek parê dagirkirina erdê bakur û rojhilatê sûriyê

Bi vê yekê re jî, dagirkirina zêdetirê nîvê herêmên rêveberiya xweser.

Bi gotinek vekiri, ji bilî Hesekê dagirkirina tevahiya rojavayê Kurdistanê.

Heman demê ev yek tê wateya:

Li beramberî bicîhkirina 2 milyon kesên ji derve, bi darê zorê koçberkirina 2 milyon niştecîhên herêmê, bi taybet jî Kurdan.

Ji ber bê nêqaş wê serokê dewleta tirk a dagirker Erdogan, di pêkanîna vê de çeteyên xwe yên cîhadîst jî yekser bikar bîne, wê gel û civakên xwedî baweriyên Êzidî û Mesîhî, çi bi kuştinê, çi jî bi koçberkirine, bi temamî ji cîh û warên wan bikin.

Disa wê bi deh hezaran leşker, polîs û çeteyên cîhadist, di bin navê ‘ewlehiyê’ de li herêmê bên bicîhkirin.

Bi giştî ev yek nîşan dide ku:

Erdogan armanc dike ku Kurdên li rojavayê Kurdistanê di qirkirinê re derbas bike û rojavayê Kurdistanê ji holê rake.

Ger nikaribe vê yekê bi temamî pêk bîne jî, bi bicihkirina 2 milyon Ereban, demografiya herêmê ji binî ve biguherine, kurdan li ser xaka wan bike ‘hindikkarî’.

Bi têkbirina rojavayê Kurdistanê jî şefê faşîst dixwaze derbe li tevgera azadiya Kurdistanê bixe û hêviya Kurdan a azadiyê bişkîne, tasfiye bike.

Ji kijan alive mirov li planê binê re jî, şefî faşîst Erdogan eşkere dibêje ‘ezê qira Kurdên Rojava bibim’ û ji bo vê yekê jî ji civaka navnetweyî daxwaza piştgiriyê dike!

Leave a Reply

Back to top button