Çeteyên dewleta Tirk keçekî 16 salî ji navçeya Şera revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê revandina xwe ya sivîlan didomîne.
Duh dewleta tirk a dagirker duh li navçeya Şera ya Efrînê girtin ser malekê û keçek revandin.

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê AAN’ê çeteyên navê Cebha El-Şamiya li xwe dikin û “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî dagirkeriya Tirk duh li gundê Mieskerê yê navçeya Şera ya Efrînê girtin ser mala welatiyê bi navê Abdullah Mihemed Elî.

Di sergirtinê de keça Abdullah, Sara ya 16 salî revandin û birin cihekî ne diyar .

Herî dawî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Qortiq-laqa Mezin yê navçeya Şerayê de girtin û 6 sivîl revandi bûn.

Leave a Reply

Back to top button