LI URDUNÊ BARANA DIJWAR HERÎ KÊM 17 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Li Urdunê ji ber barana zêde rê xirabû û otobusekê qeza kir.

Di encamê de herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Tevahiya kesên di otobusê de jî bi giştî xwendekarên dibistanan bûn.

Rayedaran diyar kirin ku bûyer li herêma Deryaya Mirî ya ku 50 kîlometreyan li rojavayê paytext Urdun Ammanê dikeve, rû da.

Hat zanîn ku di otobusê de 44 kes hebûn.

Li gorî televîzyona Urdunê, Serokwezîr Omer Razzaz çû cihê bûyerê û karê rizgarkirinê kontrol kir.

Hat zanîn ku ji ber bûyerê, hikûmeta Urdunê 3 roj şîn ragihand.

Leave a Reply

Back to top button