Jeffrey: Bêguman wê rêveberiya bakûr û rojhilatê sûrî beşdarê destûrê be

Nûnerê Taybet yê Emerîkayê ji bo aloziya Sûrî James Jeffrey teqez kir ku nûnerên hêzên Sûriye Demokratîk QSD’ê wê cihê xwe di xebatên avakirna Komîteya Destûrî de bigirin.

James Jeffrey têkildarî civîna NY ya li New Yorkê di pirs konferansekê de axivî.

Jeffrey ji bo beşdarbûna nûnerên rêveberiya xweser û QSD’ê di komîteya Destûra nû ya Sûrî de wiha got:

Bêguman wê nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî û QSD’ê cihê xwe di avakirina komîteya Destûrî de bigirin.

Jeffrey destnîşan kir ku wê nûnerên Rêveberiya Xweser bi riya lîsteya ku dê ji aliy NY ve bê bijartin de be.

Komîteya Destûrî ya ku ji aliyê NY ve hatiye ragihand ji 150 endamî pêk tê.

50 ji rejîma Sûrî, 50 ji opzisyonê û 50 jî ji aliy NY ve tên diyarkirin.

Di heman çarçoveyê de duh Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî jî bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya ji bo destûrê nîşan da.

Rêveberiyê teqez kir ku nebeşbarbûna Rêveberiya Xweser di komîteyê de tê wateya nebûna edalet û wekheviyê û bi biryara 2254 a NY re bi nakok e.

Leave a Reply

Back to top button