Efrînê.. Çeteyên Tirkiyê 5 sivîl ji Bilbilê û yek jî ji Şera revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 5 sivîl ji gundê Qestel Xidraya yê girêdayî navçeya Bilbilê revandin.

Çavkaniyên herêmî ji navçeya Bilbilê diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh 5 sivîl ji gundê Qestel Xidraya yê girêdayî navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê revandin.

Kesên hatine revandin; Selah Zekeriya Mihemed, Ziyade Horîk Reşîd, Aras Henan Mihemed, Îbrahîm Hisên Reşo û Celal Mihemed Miho ne.

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê jî, çeteyên bi navê Cebha El-Şamiya û qaşo Polîsên Leşkerî yên dagirkeriya Tirk li gundê معرسكهMieskerê yê navçeya Şera girtin ser mala sivîlê bi navê Abdullah Mihemed Elî.

Serdegirtin 26 mehê roja Pênçşemê pêk hat.

Di sergirtinê de çeteyan keça Abdullah, Sara ya 16 salî revandin û birin cihekî ne diyar e.

Leave a Reply

Back to top button