Komîteya xebatên şehîdan a PKK’ê bi daxuyaniyekî şehîdên meha îlonê bibiîr anî

Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê bi daxuyaniyekê şehîdên Xakurkê yên meha Îlonê di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne bibîr anî.

Endamê Konseya Rêveber a KCK`ê Rustem Cûdî endamê Konseya Leşkerî ya HPG/YJA Star Elîşêr Koçgirî û Çîçek Kiçî 27’ê Îlona 2011’an di bomebarana dagirkeriya dewleta Tirkiyê li ser herêmên Xakurkê de şehîd bû.

Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê bi daxuyaniyekê şehîdên meha Îlonê bibîr anî.

Daxuyaniya Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê wiha ye:

Bi rastiya têkoşîna çekdarî ya 15’ê Tebaxê ku me li pey xwe hiştî di dîroka PKK’ê de bi her şehîdbûnek xwedî mîsyon û nirxekî gelekî giranbiha ye.

Ya tevgera PKK’ê dike PKK rastiya şehîd şehîdbûnê ye.

Bi rastiya van şehîdbûnan re her hevrêyê me bi hev re oxir kirî, li ser esasê bi ked û nirxên di nava vê têkoşînê de hatine avakirin em gihane roja îro.

Di van rojên ku em lehengên xwe yên qehreman ku xaka Kurdistan û Tirkiyê bi xwîna xwe avdan bibîr tînin de, Kuştinên kiryarên wan nediyar ên li Bakurê Kurdistanê bi destê Hîzbûllah, Jîtem, kontra yên sala 1990’an hatin kirin di roja me ya îro de jî hê didomin.

Bi taybet di kesayetiya Mehmet Sîncar de kuştinên kiryarên wan nediyar dîsa kesên şehîd bûne birêzdarî bibîr tînîn.

Ruh, berxwedan û vîna bi şehadetan derketiye holê ji bo gihandina astekî herî baş a tevgerê, xwedîderketina li cenazeyê şehîdan û li dijî êrîşên giştî sekinîn erka me ye.

Emê heta dawî li erka xwe xwedî derkevin û xeyalên şehîdên xwe pêkbînin.

Leave a Reply

Back to top button