Dadgeha qanûna bingehîn ji bo kuştina 13 gundiyên Mêrdînê biryarek sosret da

Di navbera 1993-1994’an de li Dêrikê 13 gundî hatibûn kuştin û ji ber vê, doz li Cîgirê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan Mûsa Çîtîl hatibû vekirin. Dadgeha qanûnê ya Bingehîn jî got, mafê jiyanê ne hatiye binpêkirin.

Di navbera 1993-94’an de li Dêrika Mêrdînê 13 gundî hatibûn kuştin.

Ji ber vê derbarê Cîgirê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan Mûsa Çîtîl de doz hatibû vekirin.

Di danişîna 21’ê Gulana 2014’an de dadgehê derbarê Çîtîl de biryara berdanê dabû û Dadgeha Bilind jî di 2’yê Hezîrana 2015’an de ev biryara pesend kiribû.

Li ser vê parêzerên dosyeyê bi hinceta “mafê jiyanê hatiye binpêkirin” û “qedexeya muameleya kirêt hatiye binpêkirin” serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabûn.

Dadgehê jî piştî 4 salan derbarê serlêdana parêzeran de biryar da û got: biryara mafê jiyanê ne hatiye binpêkirin.

Parêzer jî xwe amade dikin ku ew ê dosyeyê ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re bişînin.

Leave a Reply

Back to top button