Artêşa dewleta Tirk a dagirker navçeya Şêrawa topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran dikin.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku gundê Birc Qas û Kalotepe yên navçeya Şêrawa ya Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku li gundê Berad bi cih bûne ve hate topbarankirin.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku heta niha bi dehan top li derdora gundên navborî ketine.

Heta amadekariya vê nûçeyê jî topbaran didomiya.

Dewleta Tirk a dagirker ev demeke ji bo Şêniyên navçeya Şêrewa bide koçberkirin navçeyê bê serûber bombe dike.

Leave a Reply

Back to top button