Ji bo bazirganî û rêwiyan dergehê Bokemalê roja duşemê tê vekirin

Piştî ku çend caran vekirina dergehê bazirganî û hatin çûyînê yê Bokemal a Sûriyê hate astengkirin jî desthilata Iraqê ragihand ku dê roja duşemê dergeh were vekirin.

Ajansa nûçeyan a Iraqê ragihand ku roja duşemê hikumeta Iraqê dergeha di navbera Sûriye û Iraqê de vedike.

Her wiha ajansê li ser zimanê serokê Desteya Dergehên Sînoran Kazim Mihemd Bersîm El-Aqabî ragihand ku serokwezîr Adil Abdilmehdî vekirina dergehê erê kiriye .

Û agahî piştrast kir û diyarkir ku wê ji bo bazirganiyê û rêwiyan dergeh were vekirin.

Tê zanîn ku dergeh di navbera Sûriye û Iraqê de ye, li aliyê Sûriyê raserî bajarê Bokemal ê li Dêrazorê ye ku hêzên Îranê lê serwer in.

Desthilata Iraqê berî niha 2 caran vekirina dergehê red kir û behsa pirsgirêkên birêvebirinê dikir, di heman demê de eşkere dikir ku ji ber fişarên Amerîkayê vekirina dergehê tê paşxistin.

Leave a Reply

Back to top button